ÊLIH – PKK’ya ku di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya Amedê hat îlankirin, sala xwe ya 43’emîn li pey xwe hişt. PKK’ya ku bi ked û zehmetiyên mezin hat îlankirin, bi keda bi hezaran şehîdan jiya, mezin bû û mezin dibe. Gelê Kurd ku ji salvegera damezrandina PKK’ê û vir ve serkeftin û destkeftiyên nû bi dest xistiye, her sal 27’ê Mijdarê bi rojan pêş de dest bi pîrozbahiyan dike.
Pîrozbahiyên bi wesîleya 27’ê Mijdarê 43. salvegera damezrandina PKK’ê li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê dewam dikin.
Li Êlihê Yekîneya Şehîd Serhildan Garzan ya girêdayî DGH’ê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek li dar xist. Di pîrozbahiya ku bi fîşekên hewayî hat lidarxistin de dirûşmên “PKK gel e, gel li vir e”, “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ne”, “Bijî Serok Apo”, “Be Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.