TEBQA – Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Mistefa ya li navçeya El-Cerniyê ya gundewarê Tebqayê vekir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê îro piştî nîvro navenda Şehîd Mistefa ya li navçeya El Cerniyê ya gundewarê herêma Tebqayê vekirin.
Şahiya vekirinê bi silavkirina hemû beşdarên saziyên sivîl û leşkerî û gelê herêmê dest pê kir, piştre deqeyek rêz ji bo giyana şehîdan hate girtin. Piştre li ser navê rêveberiya sivîl a demokratîk, Partiya Pêşerojê û ciwanên şoreşger axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat diyar kirin ku Ji bo hişyarî û birêxistinkirina ciwan û jinên ciwan ji şerê taybet ku bandor li ser hişê wan kir, ji bo dûrxistina wan dê ev navend roleke girîng bilîze.
Vekirina navendê ji aliyê malbata şehîd Mustefa bi birîna kurdeleyan ve pêk hat. Di şahiyê de siloganên Bijî Serok Apo û Bijî berxwedana gerîla hatin avêtin.