ŞENGAL – Çalakiya jinên Ciwan ên Şengalê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyê terorê’ de 28’ê Mijdarê li Baxçeyê Serok Apo yê li geliyê Kersê yê Şengalê destpêkiribû, di roja 4’an de didome.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ li Bexçeyê Serok Apo li geliyê Kersê çalakiya konvedanê dabûn destpêkirin. Di roja 4’an de berpirsên sazî û dezgehên Şengalê serdana kon kirin û gotin, “PKK ne terorîst e, ne ji PKK’ê bûya niha wê Êzîdî nebûna.” Meclîsa Gel a Şengalê, Navenda Çand û Hunerê û Saziyan Mamosteyan a Şengalê îro çalakî dewr girtin.
Her wiha Rêvebera Navçeya Sînanonê Xwedêda Çûkê, Serokê Eşîrên Êzîdiyan, oldar û Semîr Şêx Derwîş jî serdana kon kirin.
Dema dewrkirina nobetê Emdana Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Neam Bedel xêrhatin li serdanvanan kir û got, “Em civaka Êzîdî tişta ku ji destê me were em ê texsîr nekir. Çawa ku PKK’ê piştevaniya me kiribe lazim e em jî piştevanê wan bin. Fikra ku dane ber me, em ê tim pê re bin. PKK her carê bi hawara gelên bindest ve diçe. Li Şengalê jî ji bo parastina civaka me şehîd dan. Em dibêjin PKK ne terorîst e. PKK partiya heq û sincê ye. Hêzên weke Tirkiyê ku her deverê dagir dikin, terorîst ew in. Em slavên xwe ji gerîlayên serê çiya re dişînin. Em dibêjin em tim li pişt wan in.”
Serokê Eşîra Feqîran Feqîr Berekat jî xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin û got dema Fermana 73’yan tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hawara wan ve hatine, PKK ji gelên bindest re bûye destek û li Şengalê gerîlayan bi lehengiya xwe dîrokek nivîsandine.
Kerwan Şengalî li ser Navenda Çand û Hunerê axivî, diyar kir azadbûna Rêber Ocalan azadiya hemû gelên bindest e. Şengalî jî got dema fermanê tenê PKK bi hawara wan ve hatiye.
Xêrî Ednan li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê axivî û got ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir.
Rêveberiya navçeya Sînonê Xwedêda Çûkê jî piştevaniya xwe ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd nîşan da û got, ”Ji PKK’ê re terorîst dibêjin ew bixwe terorîst in û rêxistinên terorîst ên weke DAÎŞ’ê avadikin. ”
Heman demê Serokeşîra Feqîran Berkat Sincar got, ”Em qebûl nakin ku ji PKK’ê re terorîst were gotin. Ji ber ku, ne ji PKK’ê bûya niha wê civaka Êzîdî nebûya. PKK xwedî heqekî mezin e, çikû çi kesê ku neheqî lê tê kirin PKK bi hawara wan ve diçe. Xwezî her kes weke PKK’ê li ser rêya heqiyê bimeşiya. Ez bang li civaka Êzîdî idkim ku werin ser warê xwe.”