STENBOL – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi giranî didome. Piştî nûçeya ku li ser Rêberê Gelan re cezayê “Volta” hatiye birîn, derket holê ku herî dawî 6 meh cezayê hevdîtinê û 3 mehan jî qedexeya hevdîtina malbatê hatiye ragihandin.
Piştî ragihandina qedexeyên li ser Rêberê Gelan, li gelek cihan çalakî pêk hatin. Yek ji van cihan Stenbol e. Ciwanên welatparêz li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Ciwanan herî dawî li taxên Esenyurt û Bahçelîevler ên Stenbolê li ser diwaran nivîsandin û pankart daliqandin.
Ciwanên welatparêz pankarta “Mêtingeriya xeyalî di Kurdistanê de hatiye bin ax kirin”, “Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne” û “PKK” hatin daliqandin.