QAMIŞLO – Ji bo şehîd Kazim Ergûn (Anter Dersîm) konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Enteriye li Qamişloyê hat vedan. Şênî, saziyên çandî, xizmetguzarî, tenduristî, ewlehî, şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.
Îro jî Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi awayekî komî çûn serdana konê sersaxiyê. Dehan ciwan bi siloganên Şehîd Namirin û Bijî Serok Apo ve heta konê sersaxiyê meşiyan.
Piştê ciwan gihîştin konê sersaxiyê li ser navê ciwanan Sarya Baran axaftineke kurt kir. Sarya baran diyar kir ku ewên wek ciwanên Rêber Apo rêya şehîdan de bimeşin û armanca wan pêk bînin.