ŞEHBA – Îro ciwan û gelên Şehbayê di pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîran û yekîtiya werzîşê a herêma Efrînê meşeke girseyî pêk anîn.
Îro li Kantona Şehbayê gundê Fafînê, ji bo salvegera komkûjiya Tilrifatê bi hezaran kes herikîn qadan.
Komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî bû de 9 zarok şehîd bibûn.
Ciwan û gelên herêmê piştî gihîştin şehîtgehê ji bo giyana şehîdan deqeyek rêzgirtin pêkanîn. Piştî rêzgirtinê qeranfîl danîn li ser goristanên zarokan. Piştî daxuyaniya Erebî, Kurdî û Îngîlîzî hat xwendin gel û ciwanan tim û tim siloganên Bijî Serok Apo û Şehîd Namirin avêtin.