NAVENDA NÛÇEYAN – Di hejmara 479’an a Serxwebûnê de bûyerên dawî yên siyasî, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê û êrişên artêşa Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin nirxandin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nirxandina siyasî de ragihand ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn hîn jî li Rojhilata Navîn dewam dike û di serî de Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye cîhana Ereb û Îsraîl di nava vî şerî de hene. Cemîl Bayik diyar kir ku Şerê Cîhanê yê 3’emîn weke ku di navbera DYE û Rûsyayê de diqewime bê dîtin jî Tirkiye û Îran li Rojhilata Navîn ji bo modernîteya kapîtalîst çavkaniyeke girîng a pirsgirêkan e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Di sala 50’î ya bûyîna Rêbertî de xeta Apoyî û PKK ji her demê bêhtir xurt û bi bandor e’ ragihand ku xeta îdeolojîk a PKK’ê, jiyana wê, têkiliya navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Hakî Karer û Kemal Pîr re, bingeha pîvanên têkoşînê û jiyana hevpar e. Kalkan di dewama nirxandina xwe de destnîşan kir ku di meşa dîrokî ya nîv sedsalî de PKK ji her demê bêhtir xurt û bi bandor e.
JINÊN KURD XWEDÎ TECRÛBEYEKE DÎROKÎ NE
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî bi sernavê “25’ê Mijdarê destpêka serdemeke nû ya têkoşîna ji bo azadiya mirovahiyê ye” gotarek nivîsî û destnîşan kir ku jinên Kurd xwedî danhevî û tecrûbeyeke dîrokî ne.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Tevgera azadiyê ya jinê ku bi dîroka PKK’ê re ava bû” girîngiya artêşbûna jinê vegot.
Di nivîsa bi sernavê “Nîşandana rast a ruhê demekê û şerê hişmendiyê” ku ji pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate amadekirin, şert û mercên destpêkirina têkoşîna PKK’ê hate nirxandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Li Kurdistanê ber bi bidawîbûna xiyanetê” diyar kir ku yên ku di nava kUrdan de xiyanetê temsîl dikin berê xwe didin PDK’ê.
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît jî bêçaretiya dewleta Tirk a li pêşberî berxwedana gerîla vegot.
Cîhan Eren jî têkiliya navbera exlaq û siyasetê nirxand.
Zozan Çewlik jî bi wesîleya salvegera şehadeta endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Delal Amed gotarek nivîsî.