NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên DAIŞ’ê li gundên Mexmûrê êriş pêkanîn û kemîn avêtin ber pêşmergeyan. Di encama êrişa çeteyan de 7 pêşmerge û 3 welatiyên ku tê gotin birayê hevin, jiyana xwe ji dest dan.
Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li derdora gundên Herêma Mexmûrê dewam dike. Çeteyan duh bi şev li gundê Xidirce ya dikeve ser Herêma Mexmûrê, êrişî xelkê gund kirin. Di êrişa ser gund 3 birayan jiyana xwe ji dest dan 4 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê pêşmerge ber bi gund dikevin rê.
Çeteyan li ser rêya gundê Nazî Kend ya Herêma Mexmûrê kemîn danî ber pêşmergeyên bi hewara xelkê gund ve diçûn. Lê pêşmerge dikevin kemîna çeteyan, li gorî agahiyan di encama kemîna çeteyan dei 2 jê fermandar 7 pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navê pêşmergeyên di êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane evin:
Nifî xule
Fexredîn Seîd
Kameran Puşo
Senger Şerîf
Şukir Ebuzêd
Yasîn Mihemed
Nazim Ebdulla Reza