STENBOL – Çalakiyên bi rojan berê bi boneya 43. salvegera PKK ê destpê kirin bi coşeke mezin berdewam dikin.
Îsal jî salvegera PKK ê ya 43. li Kurdistanê û gelek deverên Tirkiyê bi pêşengtiya ciwanan bi coş û moraleke mezin hate pîroz kirin. Di gelek navçeyên Stenbolê de pîrozbahiyên ku ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatin çêkirin heya saetên êravê jî berdewam kirin.
Di navçeyên Eyup, Sultangazî û Zeytînbûrnû yên Stenbolê ciwanên ku bi slogan û fîşekên hewayî 44. salvegera PKK ê pîroz kirin pankarta ”Di sala 44. a PKK ê de Ciwan Berê Xwe Bidin Şer û Jiyana Azad” daliqandin.