NAVENDA NÛÇEYAN – Standa pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rastî eleqeyeke zêde ya welatiyên Silêmaniyê hat. Pirtûka ‘Dadgeha Mêjû” ya ji diyalogên Rêber Ocalan û Îbrahîm Ehmed pêktê û nû hatiye çapkirin jî eleqeyeke zêde dît.
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo ciwanên Başûr û bi giştî civaka Başûrê Kurdistanê fikrên Rêber Ocalan nas bikin, pirtûkxaneya gerok ya ji pirtûkên Rêber Ocalan pêktê çêkirine û gund bi gund, bajar bi bajar digerin.
Li hinek bajaran jî standên pirtûkan tên danîn. Îro jî li Deriyê Sera ya Silêmaniyê stand hate danîn. Li gorî agahiyên ku ciwanan dane ajansa Rojnews pirtûkên Rêber Ocalan rastî eleqeyeke zêde tên.
Her wiha pirtûka ‘Dadgeha Mêjû’ ya ji diyalogên Rêber Ocalan yên bi mamoste Îbrahîm Ehmed û Hozan Mihemed Resûl Hawar de pêktê jî di standê de rastî eleqeya zêde ya welatiyan hatiye.
Pirtûka ‘Dadgeha Mêjû” bi taybet li ser meseleyên netewî û pirgirêkên siyasî û desthilatê yên li Başûrê Kurdistanê disekine.