NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Ciwanên Demokratîk a Nû diyar kirin ku wê bi awayek çalak tevlî kampanya ‘Piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê’ ku ji aliyê Inîtîatîve fur Frîeden und Hoffnung in Kurdistan hatibû destpêkirin bibin û banga, “Em piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê re em mezin bikin’ kirin.
Di 1’ê Mijdarê de Inîtîatîve fur Frîeden und Hoffnung in Kurdistan ji bo piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê re kapanya dan destpêkirin. Kampanyaya ku heta 12’ê Kanûnê berdewam bike heta niha gelek alîkarî hatiye komkirin.
Însiyatîfa Ciwanên Demokratîk a Nû bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku wê bi awayek çalak tevlî kampanyayê bibin û destnîşan kir ku tenê armanc ne ewe ku pêdiviyên pêwîst kom bikin û got: “Armanc ewe ku bandora şer li ser zarokan ji raya giştî re ragihînin.”
Daxuyaniya YDG’ê wiha ye:
“Dîrok timî şahîdî ji şerê mirovahiyê re kiriye. Di roja me de bi sîstema kaptalîst re ev şer berdewam dike. Şerê ku her diçe mezin dibe bandorê li tevahiya zindiyan û bi taybetî ji mirovan dike. Di roja îro de bi taybet ji ber şerê li Sûriyeyê didome heta niha bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye û neçar mane ku ji cih û warê xwe koç bikin.
Mixabin ji van şeran yên ku herî zêde jê bandor dibin jî zarokin. Li gorî lêkolînên hinek saziyan ku bi awayek zelal radixe ber çavan ku jiyana zarokên li qadên şer çawa ye. Li gorî lêkolîna Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di demê şerê navxweyî de nêzî 12 hezar zarokan jiyana xwe ji dest daye. Dîsan li gorî rapora Saziya Save the Children ya bi sernavê “Li dijî zarokan şer” li cîhanê ji her 6 zarokan yek ji cihê şer û herêmên şer dijîn. Li gorî raporê li cîhanê di sala 2018’an de tevahî 415 milyon zarok ji şer û pevçûnan bandor bûne.
Ev îstatîstîk bi awayek zelalî radixe li ber çavan ku bi milyonan zarok ji ber xeyala emperyalîstan a ji bo xwedîderketinên zêdetir neçar dimînin ku di herêmên şer de bijîn. Ev rewş nedîtin tê wateya ku sedemên rastîn ên şer bidin paş planê. Li aliyekê qaşo emperyalîst dibêjin ew zarokan bi mafê zarokan diparêzin û li aliyê din jî ji bo afirandina çavkaniyên zêdetir zarokan qetil dikin. Ev rewş dirûtiya emperyalîzan nîşan dike. Ji ber vê yekê berpirsyariyek mezin dikeve li ser milê me. Li aliyekê divê em polîtîkayên şer yên emperyalîstan teşîr bikin û li aliyê din jî cîhanek azad, adîl û wekhev ji bo zarokan biafirînin.
Li ser vê bingehê em ê weke Însiyatîfa Ciwanên Demokratîk a Nû bi awayek çalak tevlî kampanyaya‘Piştevaniya bi zarokên Şengal û Mexmûrê’ ku ji aliyê Inîtîatîve fur Frîeden und Hoffnung in Kurdistan hatibû destpêkirin bibin. Bi vê boneyê em bang li raya giştî dikin ku hemû kesên bi hestiyar tevlî kampanyayê bibin.”