NAVENDA NÛÇEYAN – Li Başûrê Kurdistanê xwendevanên zanîngeh û peymangehê carek din daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.
Nerazîbûna xwendevanên zanîngeh û peymangehê ya dijî nedana xerca mehane dewam dike. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Helebce, Ranye û Qeladizê çalakî lidarxistin.
Xwendevan li ber derê zanîngehên xwe kom bûn û bê navber dirûşmeya ‘Em daxwaza mafê xwe dikin’ qêriyan.
Tê payîn îro li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendevanên zanîngeh û peymangehê rabin ser xwe û daxwaza dayîna xerca mehane bikin.
Heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê guh nedaya daxwazên xwendevanan. Hêjayî gotinê ye beriya 2 hefteyan li seranserê Başûrê Kurdistanê xwendevan rabibûn ser xwe. Lê hikumetê bi binçavkirina xwendevanan bersiva daxwazên xwendevanan dabûn. Heya niha jî gelek xwendevan dibin çavan dene û aqûbeta wan nayê zanîn.