ENQERE – Endamên Mala Gel li taxa Ûlûs ya navçeya Altindaxa Enqerê li dijî bihabûn, zem û feqîriyê çalakiyek li darxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankartên “Em nikarin debariya xwe bikin”, “Bila kesên xwedî mûçeyên kêm ji bacê pêpar bin” û “Bila mûçeyên teqawît bûyan li gorî mûçeyên herî kêm be” hatin hildan û dirûşmeyên “Hikûmet îstifa”, “Em bêdeng nabin, natirsin û em îtaat nakin” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de Segreterê Giştî yê Mala Gel Mustafa Eberlikose axivî û diyar kir ku kesên ku berî roj derbikeve diçin kar û yên ku hata roj neçe ava jî ji kar venegerin ewin û got: “Li bazar û dikanê yên ku nikarin torê xwe tijî bikin emin. Yên ku di van rojên zivistanê de gaza xwezayî, dar û komirê nikarin bişewitînin emin. Em kesên ku nikarin karton û gêzerekê têxin di nava ava kelandî de, lê em dîsan ji bo paketekî meqeronan parsekiya we nakin. Em koçber û penaberên nikarin bigihîjin mûçeya herî kêm jî.”
Di çalakiyê de jina karker Kadriye Çaglar Yilmaz jî anî ziman ku danê sibehê ew darên li dikanê hene dişewîtinim û got: “Belê fatûreyên me yên nehatine razandin kî pirs dike? Wê bibêjin li ser te çaket heye, lê ev çaket 4 kesan li xwe kiriye û dur hatiye min. Em nikarin debariya xwe bikin, kirin û firotinê bikin. Zikê têr agahî ji zikê birçî nîne. Gelek kes ji me li virin lê gelek kes jî nehatine li vir.”
Kerkera bi navê Buse Uçer jî destnîşan kir ku karê herî mezin yê xîzaniyê li ser milê jinan e.
Piştî axaftinan çalekgeran fatûreyên xwe yên ku nehatine dayîn ligel xwe anîn xistin beroşekê.