SILÊMANÎ – Li Başûrê Kurdistanê xwendevanên zanîngeh û peymangehê carek din daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin. Xwedevan diyar dikin heta daxwazên wan neyên bi cihanîn, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Nerazîbûna xwendevanên zanîngeh û peymangehê ya dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyan dewam dike. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehê re, xwendevan li zanîngehên Koye, Silêmanî, Ranye, Qeladiz û Kelarê çalakî lidarxistin.
Xwendekar li ber derê zanîngehan kombûne diyar dikin, ew daxwaza mafên xwe dikin û heta daxwazên wan neyên bi cihanîn, wê xwepêşandanên wan berdewam bikin.