NAVENDA NÛÇEYAN – Wê ciwanên Kurd û Swîsreyî îro saet di 18.00’an de çalakiyeke protestoyê li dar bixin.
Di çalakiyê de wê were xwestin ku bila ciwanên li Hollandayê hatine destgîrkirin, werin berdan.
Di daxuyaniya banga çalakiyê de hate gotin:
“Ligel ku me gelek caran îspat kiriye ku artêşa Tirk li Kurdistanê sûcên şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne, OPCW’ê heta niha tu gav neavêtiye. Çalakgerên ciwan jî wê li hemberî bê qetilkirina bi çekên kîmyewî bêdeng nemana. Dema ku ciwana avahiya OPCW’ê dagir kirin polîsan êrişî ciwanan kir. Ji ber helwesta wan a xurt û çalakiya wan em ciwanan pîroz dikin.
A niha 55 hevrêyên me li girtîgehên cihê yên Hollandayê dîlgirtî ne û 10 hevalên me jî di dema destgîrkirinê de birîndar bûn. Ciwanên me yên welatparêz di serî de divê gelê me yê li Ewropayê dakevin qadan û bêdengiya van saziyan teşhîr bikin. Heta ku hevalên me werin berdan û OPCW heyeteke serbixwe bişîne herêmê, em ê bi çalakiyên xwe li qadan bin.”