NAVENDA NÛÇEYAN – Roja şemiya borî rojnamevan û çalakvana Kurd Amîna Huseyîn ji ber xebatên ku di warê parastina mafên jinên Kurd û serweriya gelê Kurd de pêşkêş kirine, ji aliyê wezîra karên derve ya Katalonyayê ve bi Xelata Anima ya sala 2021`an hat xelatkirin. Xelata Anima ji kes û saziyan re tê dayîn ku li derveyî Katalonyayê mafên gelên bindest û mafên jinan diparêzin.
Rojnameger û çalakvana Kurd Emîna Huseyîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku xelata xwe diyarî hemû şehîdên şoreşa Rojava, şehîd Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan û jinên Rojava kiriye ku bi fedakariyên xwe dengê jinan gihand cîhanê.
Amîna piştrast kir ku şoreşa jinan li Rojava rewşa jinan li cîhanê guherand û got: “Şoreşa jinan li Rojava bandor li piraniya jinên cîhanê kir.”
Amîna wiha pê de çû: “Ji nêz ve min guhertinên li herêmê dişopandin, bi taybet di warê xebatên jinan de. Wan bandor li min kir û min xwest tiştekî bikim ku dengê wan bigihînim cîhanê.”