NAVENDA NÛÇEYAN –
Min ŞEHÎD SİLAV di sala 2002’yan de naskir, heta sala 2008’an hema bêje em her qada têkoşînê bi hevre man.Min di kesayeta Şehîd silav de pirsa ji xwe kir evbû.Gelo, çiya çiqas mirovên bedew diafirîne? Afrandina van bedewiyan tenê me berbi rastiyekê ve dibe, me berbi çîrok û destanên di xeyalande hatin dirisandin de dibe, ew çîrok û destanên dayîka xwedawendane. Ew çîrok û destan serpêhatiya keçên çeleng û şerker bi me dide nasîn. ŞEHÎD SİLAV yek ji zarokên ku di nava van çîrok û destanande çavên xwe li jiyanê vedike. Bi eslê xwe ji SÊRTê’ye. Di nava malbetek koçber de mezin dibe û di koçeriyê’de li pey jiyanê ve bazdide. Di nava nêvenga koçeriyê de xwe dibîne û dest bi pirsan dike koviya çiyan. Pirsên xwe wiha dixe rêzê û pêde diçe keça çeleng. Jiyan çiqas bedel dixwaze, çiqas zorî û zehmetiyan dixwaze? Tişê dihêle ku ew ber bi van pirsan ve biçe hene, ew jî evîn’e. Ew gelek rojên ber germahî, şilî, seqemî, bager û bahozan ve tije jiyan dike. Ew rojên tîbûn, birçîbûn, pêxasî û hwd li peyî xwe dihelê û dengê qêrîna Zîlan wê ber bi xwe ve dikşîne. Biryara xwe li ser du hîmên esasî dide. Yek dîlgirtina Rêbertî ye û ya din jî çalekiya Şehîd Zîlan e.
Jiyana mirovên li Koçeriyê jiyan dikin, ji bandora pergalê qut û serbixwe ne. Şehîd Silav xwedî kesayetek serbixwe bû. Ew di hembêza zozanan de weke ew kulÎlka ne bahoz, ne bagerê dinase serê xwe hildide û mezin dibe. Şehîd Silav li hember hem û bager û bahozên civakî serî radike û bawer dike ku çiya warê evînê û hebûnê ye. Di Sala 2000’an de tevlî nava tevgera azadî dibe. Li gelek qadên tekoşînê dimîne û îsrara xwe ji bo çûna qadên bakur her li pêşbû. Ji bo ku derbasî qadên şer bibe pir hewl dide. Herî dawî keça koçer ber bi bayê zozanan ve dikeve rêwîtiyê. Piştî ku dewreyek perwerde di Akedemiya Şehîd Bêrîtan de dibîne, bi rêhevalê xwe yê tekoşînê re derbasî qada Dêrsimê dibe. Êdî bihara 2006’an dibe bihara hêvî û daxwazên rêheval û keça çeleng Silav. ŞEHÎD SİLAV êdî dikeve rêwîtiya ku bûye xewna tevahî hevalên wê û berê xwe dide ava munzuran. Lê ji ber hinek sedeman heta herêma Serhedê diçe û li wir cardin vedigerin başur. Ev vegerandin gelek bandora xwe li ser ŞEHÎD SİLAV dike. Lê ti caran hêviya xwe ya ji bo çûna qadên BAKUR qut nake û di bihara 2007’an de vê carê xwe ji çûna herêma Serhedê re amade dike. Her çiqas di quncika dilê xwede Dêrsim dabû pêçandin jî, lê li ser esasê pêwîstiyê tevgerê xwe amede dibîne ji bo rêwîtiya herema Serhedê. Çiyayê tendûrekê evîna xwe di dilê keça çeleng de dineqişîne. Em bi hevre ketin rêwîtiya zozanên Serhedê. Ev Zozan her tim bûye xwedî hêjayî û bedewiyek cêwaz di dengbêjiyên kurdên çiyayî de.
Tevî ku xwendina ŞEHÎD SİLAV nebû jî, tu roja xwe bê xwendin û nivîsandin derbas nedikir. Ji ber ku heyrantiya wê ji bo xwendin û nivîsandinê her li pêş bû. ŞEHÎD SİLAV çiyayên Kurdistanê ji bo xwe ne tenê kiribû dibistana xwendin û nivîsandinê, berûvajî vê çiya ji bo hevala SİLAV bûbû çavkaniya hemû bedewiyên jiyanê. Gelo çine ev bedewiyên jiyanê?!.. Hevaltî, durustbûn, bêhesab tevlîbûn, heskirina mirovan û xwe bi kedê re hunandine. Lê netenê evbûn, bi hezaran peyvên ku di nava xwede çawa jiyankirinê dide fêrkirin hatibûn rêzkirin di dil, hest û hişmendiya ŞEHÎD SİLAV de. Em di nava tekoşînê de gelek salan bi hevre man û gelek rojên tije heskirin bihev dane nivîsandin. Lê rojên ku hê li benda mebûn, di nîvî de man. Ji ber ku êdî ŞEHÎD SİLAV biryara li xwekirina ala pîroz û gerandina Ebedî dabû. Piştî biryara Pîroz ya rêheval Silav, di bin tîlîliyên dayîkada, li gel Şehîd Sîdar û Dicle tevlî nava karwanê şehîdan dibe. Ew bi Zîlan re bû heval, bû girêdan, bû dengê dilê zarokên vî welatî. Koviya çiyan navê xwe li ser kevirên ji pêtên agir çêbûne nivîsand û gulek din li ser xaka welat hat çandin.
Êdî ŞEHÎD SİLAV her tim di dilê min de weke koviya çiyan, wek kulîlka zozanan, weke keça koçer, weke Silava rojê silav dike. Weke silava hevaltiyê di her dîtinekê de, di her veqetînekê de û di her hevdîtinekê de jiyan dike. Bila çavê te li pişt nemîne, bila dilê te bi şabûna xakê re bikene, ji ber tu di bin dengê tilîliyên dayîkan de hatî veşartin di xaka jê dayîk buyî, rêhevala min Silav Koçer Dêrsım.
Şeristan Nurhak