BEHDÎNAN – Her rêbaza têkoşînê ya li dijî faşîzmê hatiye pêşxistin girîng e. Lê rêbaza pêşeng a têkoşîna li dijî faşîzmê şer e. Bi vê boneyê bi wesîleya 44’emîn salvegera PKK’ê ciwanên Kurdistanî û gelek welatên Ewropayê yên ku rûyê xwe ber bi çiyayan ve digerînin, li dijî faşîzmê tevlî nava refên gerîla dibin.
Me fikir û hestên wan ji ciwanên Dilgeş Botan û Hebûn Hêvî yên ku bi şerê rûmetê û têkoşîna lehengiya destanî bandor li wan kiribûn û ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne.
Dilgeş Botan û Hebûn Hêvî, bal kişandin ser pêwîstiya beşdarbûna her kesî di nava şer de, bi taybet bang li ciwanên Rojhilata Navîn û Kurdistanê kirin û gotin “Werin Cenga Azadîyê”.
Têkildarî şerê gerîla û têkoşînê jî, “Ev têkoşîna rûmetê ye, têkoşîna hebûnê ye, têkoşîna xwe vejenê ye.” Dilgeş Botan ku hestên xwe wiha anî ziman, sedema beşdarbûna xwe wiha vegot:
Navê min Dilgeş Botan li Tirkiyê ji dayik bûm li wir mezin bûm û zanîngeh jî li wir bi dawî kir. Piştî zanîngehê min demeke kurt mamostetî jî kir. Bûyerên ku li Tirkiyê diqewimîn, dîsa êrîşên dagirkeran ên nijadperestî li ser xaka Kurdistanê. Banqa Rêxistinê PKK a ji ciwanên kurd re, min xist nava lêgerînekê û ez tevlê refên gerîla bûm. Ji ber ku ez tevlê gerîla bûme ez pir kêfxweş im. Ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanek azad,ezê têkoşîna xwe li ser çiya bidim meşandin. Bi wesîleya vê şer û têkoşînê ezê peywira xwe jî bînim cih.
Bûyerên li ser çiya diqewimin, şerê deruniyê, dîsa di bajaran de devdana ciwanê kurd ê nava maddê hişbir û fihuşê, dewleta Tirk şereke bê wijdan û bê exlaq dimeşîn e. Vana hemûyan li ser min bandorek çêkir. Li ser vê bingehê min biryareke rast da û ez tevlê PKK’e bûm. Armanca min ewe ku di hêla bîrdozî de xwe pêş bixim û bi wê awayê têkoşîna xwe bimeşînim. Di vê pêvajoyê de piştî tevlîbûnê, şere ku li Heftanînê dest pê kir û li Garê derket lûtkeyê, destanên ku gerîla nivîsandin ji bo me bûn çavkaniya arîşan, kêfxweşî û coş e. Bi vî awayê em ketin nava şerê ku pkk li ser xaka Kurdistan dimeşîne. Li ser vê bingehê, şereke ku armanca me jê Kurdistana azad e.
Fikir û ramanên Serok Apo li Rojhilata Navîn û li cîhanê belav bûne. Bi rastî ev rewş mirov dixe nav kelecan û coşeke mezin. 44 sal derbas bûye li ser damezirandina pkk’ê re. Ev sal ji bo me dê bibe sala serkeftinê. Şerê ku tê meşandin vê rastiyê radixe berçavan. Artêşa Tirk li pir cihan qet li pişta xwe mêze nake û direve. Ev jî ji bo me dibe arîşan, hêzeke mezin, kelecan û kêfxwaşî. Bi vê awayê em şerê xwe dimeşînin. Bi vê awayê em bi coş û kelecan xwe ji şer re amade dikin. Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê şereke pir qirêj dimeşîn e.
Banga me ew e ku; ciwanên kurd werin û cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin. Divê herkes cihê xwe di nava vê şerê de bigire şerê ku pkk dimeşîne. Şerê rûmetê ye. Têkoşîna hebûn û nebûnê ye, têkoşîna vejîneke ji nû ve ye. Emê her dem banga xwe dubare bikin. Li ser vê esasê; daxwaza me ew e ku gelê Kurdistanê û ciwanê xwe, gelê Rojhilata Navîn û ciwanên xwe di nava PKK’ê de cihê xwe bigirin lewra; azadiya Kurdistanê jî, azadiya Rojhilata Navîn jî bi şerê gerîlatiyê pêkan e. Banga me ew e ku; ciwanên Kurdistanê ciwanê Rojhilata Navîn “Werin cenga Azadiyê”
Hebûn Hêvî bi gotina, “Faşîzm û qirkirina li Kurdistanê dewam dike” bang li hemû ciwanan kir ku li ser esasê pêngava “Werin Cenga Azadiyê” tevlî nava refên PKK’ê bibin. Hebûn Hêvî di berdewama axaftina xwe de wiha got:
Navê min Hebûn Hêvî ye. Ez ji Amed’ê me. Li Kurdistanê êrîşên faşîst û dagirkeran hîna jî berdewam e. Bi salane wisa derbas dibe. Wek gelê Kurdistan û ciwanên Kurdistanê bila bizanin ku hemleya “Werin Cenga Azadiyê” min dît, daxuyaniya Heval Abbas ji min dît, ji ber vê jî min xwe berpirsyar û deyndar dît û ez tevlîbûm. Ji bo komploya li ser Serokatî were şikandin ez tevlî PKK bûm. Ciwanên Amed’ê jî dizanin ku em ketin sala 6’yemîn a Berxwedana Sur’ê, ciwanên Sur û Amed’ê divê xwe berpirsyar bibînin.
Hewceye li hember ewqas êrîş, dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk hêrs û kîn hebe. Divê xwe bizanibe, xwe nas bike û tevlî bibe. Hûn ji dizanin ku ev hemleya “Werin Cenga Azadiyê” ciwanên Amed’ê û taybetî Kurdistanê hewceye xwe berpirsyar bibîne. Dîsa em ketin sala 44’yemîn salvegara avabûna PKK, ev salê bibe sala serkeftin û Azadiyê. Ez hemû ciwanên Kurdistanê û welatparêzên Kurdistanê bi vê wesîleyê pîroz dikim. Em xwe berpirsyar bibînin. Hûn ji beşdarî PKK ê bibin, tevlî Cenga Azadiyê bibin.