BASEL – Girtina 55 ciwanên ku li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Den Haag a Hollandayê çalakî lidarxistibûn, li bajarê Basselê hat şermezarkirin.
Gelek endamên rêxistinên ciwanên şoreşger yên Swîsreyî, TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) êvarê saet 18:00’an li Claraplatzê hatin cem hev.
Ciwanan li wir mîtîngek lidarxistin û pankarta li ser hatibû nivîsandin “Êrişên bi gazên kîmyewî rawestînin, ciwanên hatinî girtin serbest werin berdan” vekirin.
Di axaftinên li ser navê rêxistinên ciwanan hat kirin de hate gotin, “Di 3’ê Kanûnê de hejmareke zêde ya ciwanên Kurd ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk ku bi rengekî eşkere bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer û dijî mirovahiyê dike, li ber OPCW xwepêşandanek lidarxistin. Piştî vê çalakiya ku deng veda, polîsên Hollandayê bi hêzeke bê pîvan êrîşî hevalên me kirin. Di van êrîşan de 55 kes hatin destgîrkirin û 10 kes jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku di encama darizandina li Hollandayê de 55 ciwan hatin girtin û şandin girtîgehên cuda û bang li gelê welatparêz, dostên wan ên Kurd û bi taybet ciwanên Kurd hate kirin.
Di bangawaziya hat kirin de jî ev tişt hatin bilêvkirin: “Îro roja xwedî derketina têkoşîna ciwanên Kurd e. Em hevgirtina xwe ya bi hevalên xwe yên girtî re bilind dikin, divê dewleta Hollanda demildest ciwanên girtî serbest berde. Heta hevalên me neyên berdan, em ê li her cihê ku em lê bin, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û hevkariya dewleta Hollandayê, bi berdewamî teşhîr bikin.
Ciwanan çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî kirin.