SILÊMANÎ – Encûmena Zankoya Silêmaniyê têkildarî ceza dayîna xwendekaran ji ber xwepêşandanan daxuyaniyek nivîskî belav kir û got: “Destûr nîne ti xwendekarek ji ber xwepêşdanên ji bo mafên xwe yên rewa bên cezakirin. Lê divê xwendekar jî ji bo bi serkeftî dawî kirina vê dema perwerdeyê girêdayî serdan û ezmûnan bimîne.”
Encûmena Zankoya Silêmaniyê têkildarî cezakirina xwendekarên tevlî xwepêşandanan bûne daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Xwendekarên zankoya Silêmaniyê wek beşek ji xwendekarên zankoyên Herêma Kurdistanê li rojên derbasbûyî de, bi armanca standina bûrs û gihandina peyama xwe ji bo aliyên peywendîdar gelek xwepêşdanan lidarxistine.”
Encûmena Zankoya Silêmaniyê li gel piştgirîdayîna daxwazên xwendekaran vê peyamê da: “Me ragihandibû em piştgiriyê didin mafên wan yên rewa û her wiha emê bibin nûnerên wan yên rastqîne ji bo bidestxistina mafên wan. Me rojên borî destûr neda xwendekar ji ber daxwazkirina mafên xwe yên rewa bên cezakirin. Destûr jî nayê dayîn bên cezakirin. ”
Encûmena Zankoya Silêmanî piştî civîna îro, ragihand li gel dabînkirina pêwîstiyên sereke yên kolejan û beşên navxweyî, wê hewldanên xwe berdewam bikin. Lê divê hemû kolej, beş û mamosteyên zankoya me jî girêdayî dersan û dema ezmûnan bimînin.”
Encûmena Zankoya Silêmanî daxwaz ji xwendekaran kir ku dema xwe ya xwendinê biserkeftî temam bikin.