NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand
Ev demek e ku li Tirkiyeyê rojeva sereke qirîza aborî ye. Van rojên dawiyê ev krîz êdî giha wê astê ku mirov dakevin meydanan.
Ev demek e ku li Tirkiyeyê rojeva sereke qirîza aborî ye. Van rojên dawiyê ev krîz êdî giha wê astê ku mirov dakevin meydanan. Her çendî desthilata di bin birêveberiya Erdogan de vê rewşê manupîle bike jî êdî nayê nixûmandin.
Lirayên Tirk li hemberî euro û dolarê kêlî bi kêlî bêqîmet dibin. Gel li meydanan bi yek dengî dibêje, divê hikûmet îstifa bike. Erdogan bi guhertina Wezîrê Aborî û Xezînê hewl dide Tirkiyeyê ji vê rewşa kambax xilas bike, lê êdî wer xuya ye ku dor li Erdogan teng bûye û ti destwerdan wê nikaribe Tirkiyeyê ji vê rewşê rizgar bike. Li Tirkiyeyê mirov êdî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Xizanî û bêkarî di asta herî jor de ye. Li gel rewşa aborî rewşa siyasî û civakî jî her ku diçe xirab dibe. Bêguman gelek sedemên vê krîzê hene.
Rojane em dibin şahidê wê yekê ku jin ji aliyê mêrên pê re zewicî yan jî xizmên xwe ve, bi hincetên cihêbûn, redkirina lihevkirinê, redkirina zewacê û redkirina têkiliyan tên kuştin. Jinên ciwan tên revandin û windakirin. Ji 5’ê Çileyê 2020’an ve Gulistan Doku hatiye windakirin. Tevî hewldanên malbatê û rêxistinên jinan jî ne gumanbar hat cezakirin û ne jî Gulîstan hat dîtin. Herî dawî jina ciwan Kubra Ekîn jî ji 13’ê Mijdarê ve hatiye windakirin û ti xeber jê nayê wergirtin. Ev kujer û êrişkarên jinan jî ji hêla dewletê û dadgehên wê ve tên parastin û nayên cezakirin.
Aliyekî din ê vê krîzê jî tecrîd e. Bi tecrîdkirina Rêber Apo ku bandorê li tevahiya civakê û bi taybetî li jinan dike, weke amûreke êşkenceyê ya bi rêk û pêk li ser civakê ferz bike. Armanca vê tecrîda li ser Rêber Apo ew e ku hîmê civakê birizîne û têkoşîna jinê ya azadiyê bifetisîne. Jin jî li dijî tecrîdê û her cure êrişên pergalê bi berxwedaneke bêhempa têdikoşin û li meydanan dengê xwe bilind dikin. Me ev berxwedana jinan di çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi awakî darîçav dît.
Wekî din desthilata dewleta Tirk bi derxistina teskereyên şer, dahata welêt hemûyî dixe xizmeta berjewendiyên xwe û civakê xizan û belengaz dike.
Heger ev rewş ji hêla civakê vê baş bê xwendin û nirxandin, dikare bibe sedem ku li Tirkiyeyê pergal ji binî ve bê guhertin. Ji xwe êdî dema guhertina desthilata AKP-MHP’ê hatiye. Ev desthilat ji derveyî krîzan ti tiştî ji bo civakê nake. Di pêvajoya 19 salên desthilata AKP’ê de sozê ku dan civakê hemû derew derketin. Di tûrikê Erdogan de tiştek nema. Soz da ku li Rojava, destketiyên gelan hemûyan têk bibe, nebir serî. Êriş bir ser Şengal û Mexmûrê, tiştek bi dest nexist. Ji dawiya meha Nîsanê ve êriş biriye ser Herêmên Parastina Medyayê, lê nikare bi pêş ve here û encama dixwaze bigire.
Jin li hemberî van polîtîkayên qirêj rojane bi çalakiyên xwe li dijî tarîtiya li ser wan hatiye ferzkirin, meşaleyên azadiyê pêdixin. Wer dixuye ku ev tarîtî wê bi têkoşîna jinan veguhere ronahiyê. Mirovahî wê bi jinê re azad bibe.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA