NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) beramberî dewleta Tirk a ku li Kurdistanê li dijî gerîlayan û xelkê çekên kîmyewî bi kar tîne, bêdeng e, lê Kurdên ku Tirkiyeyê û bêdengiya OPCW’ê protesto dikin tên cezakirin. Ji 44 ciwanên ku polêsan ew piştî çalakiya li ber avahiya OPCW’ê ya li Den Haagê kirin nezaretê, 40 hatin dersînorkirin û ji bo 4 ciwanan jî dema kirina nezaretê 2 hefteyan hat dirêjkirin.
Bêdengiya OPCW’ê ya beramberî dewleta Tirk a ku sîlehên kîmyewî li dijî Kurdistanê bi kar tîne, dibe sedema nerazîbûnê. Ciwanên Kurd ji bajarên cihê yên Ewrûpayê 3’yê Kanûnê li bajarê Holandayê Den Haagê bi çalakiyekê OPCW protesto kir. Ciwanan di nava avahiyê de jî çalakiya xwe dewam kir, lê polês êrişî wan kir ê 44 kes kirin nezaretê.
CIWAN DERSÎNOR KIRIN
Ji ciwanên li qereqolên cihê yên li bajêr 40 kes piştî ku dema nezaretê ya 3 rojan qediya, hatin berdan û ji ber ku ne welatiyên Holandayê bûn, hatin dersînorkirin. Qedexeya ketine nav erdên Holandayê jî li ciwanan hat birrîn. Hat zanîn ku yek ji ciwanan li balafirgeha Rotterdamê hatiye rawestandin da ku wî dersînorî Fransayê bikin. Parêzerê wî da zanîn ku li gorî nivîs û bersivên polêsên biyaniyan, dersînorkirin dikare heta bi 10 rojan jî dewam bike.
Ji ciwanên OPCW protesto kirî, 4 kes hîna di nezaretê de ne û dema wan a nezaretê jî 14 rojan hat dirêjkirin.
DIXWAZIN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN
Parêzerê ciwanan Huseyin Aktaş nerazîbûn nîşanî tohmetbariyan û dirêjkirina dema nezaretê da û îşaret bi daxuyaniyên Erdogan kir. Parêzer got, Erdogan gotibû “Li Holandayê, qederê 50 PKK’yî girtin birin. Ji ber ku hewl dan li wir operasyonê bikin.” Parêzer Aktaş got, “Di ser ciwanên di nezaretê de xwestin bi fermana Erdogan mirovên li dijî sîlehên kîmyewî têdikoşin, çavtirsandî bikin.”
ÇALAKÎ 5 MEH IN DEWAM DIKIN
Ciwan dixwazin OPCW, Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navneteweyî li dijî sîlehên kîmyewî karê xwe bikin û heyeteke serbixwe bikaranîna sîlehên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap ê Avaşînê lêbikole. Hevserokê Konseya Civaka Demokratîk a Kurdistanê (DEM-NED) Huseyin Yildiz got, dewleta Tirk di 7 mehan de bêhtirî 300 caran sîlehên kîmyewî bi kar anîne û wiha peyivî: “Ev herî kêm 5 meh in ku Kurd, înternasyonalîst, sazî li dijî vê yekê dosyayan didin, çalakiyên demokratîk dikin. Lê belê hêzên destekê didin qirkirina Kurdan bi destê dewleta Tirk, beramberî vê bêdeng in.”
Yildiz got, Kurdên kirine nezaretê wê serê xwe netewînin û wiha peyivî: “Heger hegemonên dinyayê beramberî qirkirina Kurdan bêdeng bin û beramberî her awayê êriş û komkujiyan li cem saziyên mêhtinger û faşîst cihê xwe bigrin, hingê tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan dimîne.”