QAMIŞLO – Dayîk û malbatên şehîdan piştgirî dan ciwana. Îro li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan gelek dayîk hatin pêşiya navenda Ciwanan ya Qamişlo.
Malbatên şehîdan ji aliye ciwanan ve hatin pêşwazî kirin. Du re pêşiya navenda Ciwanan malbatan daxuyaniyeke piştgiriyê dan.
Li ser navê saziyê Dayika Şemsêxan axivî. Dayîkê diyar kir ku rojava de şerê ku tê jiyankirin de her kes bê deng e lê li hember êrişan ciwanên me berxwe didin. Ji ber vê kes nikare bêja zarokên me tên dizîn. Zarokên me îradeya xwe ve tevlî şoreşa bi rumet dibin û erken xwe pêk tînin.
Daxuyaniya malbatan siloganên “Bimre îxanet û Bijî Serok Apo avêtin”