STENBOL – Dewleta Tirk a faşîst tecrîda li ser Rêberê Gelan her ku diçe girantir dike. Dewleta Tirk a faşîst, ji bo ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku bi paradîgmaya xwe ve buye hêviya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, pêşî li rêbertiya gelan bigire, hemû polîtîkayên xwe yên dijmirovahî dixe meriyetê. Bi taybetî ev 8 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayê.
Li hemberî vê jî ciwan li gelek deverên cîhanê çalakiyan li dar dixin û pêşengiya çalakiyên gelan dikin.
Bi taybetî li TR û Bakurê Kurdistanê bi taybetî di pêşengiya DGH û DGK-H’ê de ciwan bi çalakiyên curbecur derdikevin pêş.
Herî dawî Yekîneya Şehîd Mizgîn Xerzan a DGH’ê ya Stenbolê, ji bo şermezarkirina cezayên dîsîplînê yên li ser Rêberê Gelan, 2 kamyonên faşîstan şewitandin. Her du kamyon jî êdî nekarin bên bikaranîn. DGH’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê xwe bidomînin.