GIRKÊ LEGÊ – Êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li ser Şengalê ku tê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bibû, hate şermezarkirin.
Ciwanên Şoreşger li Girkê Legê êrîşa dewleta Tirk ya dagirker a ser Şengalê, bi tûndî şermezarkirin.
Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêz girtinê daxuyaniyek ji aliyê ciwanan ve hate xwendin.
Ciwanan diyar kir ku ewên hesabên vê êrişê bipirsin û ew amade ne ku ji bo parastina Şengalê şer bikin. Herî dawî siloganên “Bimre ‘ixanet û Bijî Serok Apo” hatin avêtin.