STÛTTGART – Tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN’ê 8’ê Kanûnê li meydana Stadtmîtteyê meşek kirin, êrîşên dagirker ên Tirk û çekên kimyewî ku li dijî gerîlayan têne bikaranîn protesto kirin.
Ciwan bi posterên Rêberê Gelan û alayên PKK’ê, bi pankarta bi nivîsa ”ji faşîzma dewleta Tirk re mirin” meşiyan.
Dema çalakiyê bi dirûşmeyan hate gotin, ”Bijî Serok Apo”, ”Bê Serok jiyana nabe”, ”Bijî berxwedana gerîla.”