SILÊMANÎ – Xwendevanên zanîngehê yên Qeladizê dijî nedana xerca mehane carek din daketin kolanan. Xwendevan dixwazin êdî hikumet daxwaza wan pêkbîne.
Li seranserê Herêma Kurdistanê xwepêşandan, çalakî û nerazîbûna xwendevanên zanîngehê ya dijî nedana xerca mehane dewam dike.
Îro jî xwendevanên navçeya Qeladiz ya ser bi Îdareya Raperîn, daketin kolanan. Xwendevanan di çalakiya xwe de xwestin xerca mehane were dayîn. Xwendevan dibêjin, heya daxwaza wan pêkneyê, ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.
Hêjayî gotinê ye di sala 2014’an de Hikumeta Herêma Kurdistanê bi hêceta qeyrana aborî û şerê dijî DAIŞ’ê xerca mehane ya ji bo xwendevanên zanîngehê dihate dayîn, birî.
Nêzî meheke xwendevan li seranserê Başûrê Kurdistanê li qadanin û dixwazin xerca wan ya mehane were dayîn.