NAVENDA NÛÇEYAN –
Seevan SAEED nivîsand
Dîsa li navçeyên cihê nakok ê di navbera Herema Kurdistanê û Iraqê de, çalakiyên teroristî yên DAIŞ´ê zêde dibin. Rayedarên herema Kurdistanê, naxwazin li van bûyeran weke tiştekî cidî binihêrin.
Dîsa li navçeyên cihê nakok ê di navbera Herema Kurdistanê û Iraqê de, çalakiyên teroristî yên DAIŞ´ê zêde dibin. Rayedarên herema Kurdistanê, naxwazin li van bûyeran weke tiştekî cidî binihêrin. Heger kesek baş lêbinihêre, ser û sewada aborî û siyasî ya di navbera DAIŞ û rayedarên dewlet a
Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî bi awayekî zelal tê dîtin.
Di vê navê de jî; xelk û gundewarên vê navçeyê bûne qurbaniyên van siyasetên qirêj. Rayedarên pêşmerge gazinca xwe dikin û dibêjin, çek û sîlehên lazim ji bo şerê li dijî DAIŞ´ê di destê wan de nîne. Pere û pêdiviyên temam tinene ji bo wan. Gundewarên van nawçeyan warê xwe diterikînin. Gelo ev ne bazarkirneke sivik e ji bo hêzên navneteweyî yên ku piştî çend hefte bi temamî ji Iraqê derdikevin?
Beriya vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji Efxanistanê bi mehekê, rojnamevan û aktîvîstê Emerîkî Zack Kopplin, li ser mijara gendelî û fesada serokê hingê yê Efxanistanê Eşref Xenî, nûçeyek amade kiribû. Niha ku DYE ji Iraqê vedikişe, disa Zack Kopplin nûçeyek li ser gendelî, dizî û rejîma talanê ya Mesrûr Barzanî û birayê wî nivisandiye. Gelo Ev bûyer tesaduf e?
Ya rastî ew e ku DYE û hêzên navneteweyî, naxwazin gendelkaran li Iraq û Herema Kurdistanê biparêzin. Me ev yek dît ku di hilbijartina Cotmehê de ji sedî 70´yê xelkê neçûn dengê xwe nedan. Ew kaosa hatiye çêkirin, ne rastiya hêz û qeweta DAIŞ´ê ye. Ev bûyer reste rast girêdayî rewşa kaotîk a Iraqê û Herema Kurdistanê ye; derencam ew e ku baweriya xelkê bi dewlet û rayedarên siyasî nayê.
Ez gelekî xemgîn dibim gava nifşê nû qala başî û cameriya Sedam Huseyn dike. Lê bi rastî, rayedarên siyasî yên Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK û YNK rûyê Sedam û tawanên wî spî kirine. Xiyanet û welatfiroşiya wan çete û klîptokratên Kurd; û zilm û neheqiya li gelê xwe dikin, gihiştiye asta herî jor.
Niha çeteyên DAIŞ´ê pêşmerge û xelkê sivîl ê gundewarên van navçeyan şehîd dike. Di heman demê de hêzên wan çeteyên kurd li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê xwendekar û xelkê azadîxwaz şehîd û birîndar dikin. Xelkê sivîl û rojnamevan di zindanê de ceza dikin. Serok û jêrok û zarok û malbatên wan li Emerîka û Ewrûpayê bi milyonan dolarî vîla, holdîng û qesra hezar derî bi pereyî dizî û talana welat ji xwe re dikirin.
Ez gelekî hêrs dibim, gava Kurdên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi nezanî yan jî bi zanabûn wesf û pesnê malbata Barzanî didin û hêviya wan ji vê malbatê heye. Ya rastî ew e ku xelkê ku xwe grêdayî malbata Barzanî dike, miheqeq para wan jî di gendeliyê û talankirina welat de heye. Roja ku hesabê gel ji wan tê xwestin, herkes pişka xwe ji vî hesabî wê wergire. Ez piştrast im ku rojeke zû tê ku qesra hezar derî ya wan ji binî ve tê hilweşandin. Paşeroja rejîma Beesî ya Erebî û Sedam çi bû, paşeroja PDK, YNK û patiyên gendel û talankar jî wê ew be.