QAMIŞLO – Di bin slogana “Werin Cenga Azadiyê” de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û silav kirina berxwedana gerîla û dijî ixanetê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê meşekê li dardixin ev meş li ser asta Bakûr û Rojhilate Sûriyê we 3 rojan berdewam bike.
Ji bajarê Qamişlo, ji ber goristana şehîd Delîl Sarûxan di dîroka 13 /12/2021’an di roja Dûşemê saet 10:00 an de dest pêdike.
Heya deriyê Semalkan berdewam dike. Bernameye me di roja yekemîn de li bajarê Qamişlo li ber deriyê goristana Şehîd Delîl Sarûxan dest pê dike.
Û bi qonser, panel û şahî li bajarê Dirbesbiyê diqede.
Roja dûyem: bajarê Dirbesbiyê dest pê dike, û li bajarê Girgêlekê şano, konser û koma folqlor dawî dibe.