NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgerên ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ragihand ku ew ê bi dirûşmeya, ‘’Em hemû şervanên azadaiyê ne, werin cenga azadiyê’’ di navbeyna 13-15’ê Kanûê de mesa dirêj bikin.
TCŞ’ê û TekoJIN’ê bêdengiya dewlet û saziyên Ewropayê ya li bara terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi bîr xistin û gotin, ‘’Weke li her deverê li Ewropayê jî ciwanên Apoyî dirûtiya van saziyan teşhîr kirine, hemû qadên ku lê ne kirine qadên çalakiyê. ‘’ Tevgerên ciwanan çalakiya li Strasobûrgê ya li ber Komîsyona Ewropayê û Komîteya Wezîran a Ewropayê û çalakiya li Laheyê ya OPCW’ê bi bîr xistin û gotin, ‘’Careke dî nîşan ane ku têkoşîn bi biryardariyeke çawa tê domandin.’’
Bi berdewamî çalakiya ciwanan a li Elmanyayê ku heft rojan dom kirî hate bibîrxistin, hate gotin di van çalakiyan de mafdariya berxwedanê hatiye veogtin, ji bo têkoşîna dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were geşkirin hemû Elmanya kirine qada çalakiyê.
Herî dawî hate gotin ciwanên Kurdistanên yên li Ewropayê li hemû qadên ku lê ne wê ji têkoşînê paş nemînin û bang li ciwanên Kurdistanê û dostên Kurdan kirin ku tevlî çalakiya li paytexta Fransayê Parîsê bibin ku di navbeyna 13-15’ê Kanûnê de wê bi dirûşmeya, ‘’Em hemû şervanên azadaiyê ne, werin cenga azadiyê’’ were kirin.
Bernameya çalakiyê:
* 13’ê Kanûnê: Drancy Stalingrad
* 14’ê Kanûnê: National Villeneuve Saint-Georges
* 15’ê Kanûnê: Villeneuve Saint-Georges-Grigny
Kesên ku dixwazin tevlî çalakiyê bibin dikarin ji van hesaba xwe bigihînin:
Instagram: tcsewropa
E-Mail: [email protected]