BEHDÎNAN – HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Bahoz Zagros (Mehmet Sefa Akman) li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bomberdûmanê de şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye
“Di 9’ê Hezîrana 2021’an de di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Bahoz şehîd bûye.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:
Nasnav: Bahoz Zagros
Nav û paşnav: Mehmet Sefa Akman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û nav: Halîme – Huseyîn
Cih û dîroka şehadetê: 9’ê Hezîrana 2021’an – Herêmên Parastinê yên Medyayê
Hevalê me Bahoz li navçeya Hezexê ya Şirnexê di nav malbateke welatparêz û koçer de ji dayik bûye. Têkoşîna azadiyê ya li ser axa ku hevalê me lê dijiya bandor li wî û malbata wî kiriye. Di malbata heval Bahoz de jî gelek şehadet pêk hatine û vê rewşê bandoreke mezin li ser heval Bahoz çêkiriye. Ji ber vê wî her dem bawerî pê aniye ku divê mirov layiqî şehadetan be. Heval Bahoz dema jiyana komunal û xwe dispêre azadî û wekheviyê ya gerîlayan dîtiye wê biryar daye ku jiyana herî rast wê bi paradîgmaya Rêber Apo pêk were û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye.
Heval Bahoz bi aliyê xwe yê kedkar û fedakar derketiye pêş û ji xeynî serkeftinê tu pîvaneke din qebûl nekiriye. Wî di warê îdeolojîk de xwe her dem perwerde kiriye û hewl daye kesayetiyeke şoreşger a li ser îdeolojiya Apoyî ava bikin. Dema rexne wî li dihatin girtinjî wî helwesteke xwerexneyî nîşan dida û ligel şertên dijwar wî têkoşîna xwe domandiye û dev ji şoreşgeriyê bernedaye. Li ser vî esasî Zagros di serî de li gelek qadên Kurdistanê xebitiye û têkoşîneke bênavber nîşan daye.
Malbata hêja ya Akman di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Hezex û Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê azadî û serfiraziya ji bo gelê xwe pêk bînin.”