NAVENDA NÛÇEYAN – Milîtan Çiya diyar kir ku tevî êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker şêniyên Eyn Îsa bi xaka xwe ve girêdayî ne.
Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Milîtan Çiya êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsa û hewldana wan ên kontrolkirina rêya Heleb-Hesekê anku rêya M4 ji ANHA’yê re nirxand.
Milîtan Çiya got: “Tevî ku agirbest hatiye ragihandin, lê ji dema dagirkirina Girê Spî û gundewarên wê ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê ranewestîne. Ji du salan ve rojane Eyn Îsa û gundên rojavayê Girê Spî bi dijwarî tên topbarankirin.”
Milîtan Çiya diyar kir ku artêşa Tirk di mehên dawî de êrişên xwe dijwar kirine û tektîkên xwe yên leşkerî guhartine û wiha domand: ” Piştî Girê Spî hat dagirkirin asta êrişên xwe fireh kir heta gihaşt sînorê Eyn Îsayê yê li ser rêya M4, bi wê re êrişên li dijî navçe û derdora wê gur kirin.”
Milîtan Çiya destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên rojane yên li dijî navçeyê de tevahî cureyên çekên giran, ji wan fûze, obîs, balafirên bêmirov û topavêj bi kar anîn û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê du caran hewl dan derbasî gundê Seyda yê nêzî rêya M4 bibin, di encamê de şer di navbera hêzên me û çeteyan de derket.”
Milîtan Çiya di axaftina xwe de behsa êrişên dijwar ên hefteya borî yên li dijî navenda navçeyê kir û wiha got: “Dewleta Tirk yekser êrişî navçeyê kir ku tijî sivîl in û çekên giran bi kar anîn.”
Milîtan Çiya îşaret bi berxwedana şêniyan kir û ev tişt anî ziman: “Şênî bi xaka xwe ve girêdayî ne, ew xwedî vê xakê ne. Ji lew re diruşmeya wan; çiqas êriş dijwar bûn, berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê hene. Morala şêniyan bilind e û asta têkoşîna xwe li dijî dageriyê bilind kir, da ku li ser xaka xwe bijîn.”
Milîtan Çiya da zanîn ku dewleta Tirk di şer de yekser sivîl û navendên tenduristiyê topbaran dike.
‛ME TEVAHÎ HEWLDANÊN DAGIRKIRINA M4 VE TÊK BIRIN’
Milîtan Çiya destnîşan kir ku şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva tevahî êrişan dan û derbên mezin li leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê xistin û tevahî hewldanên wan ên kontrokirina rêya M4 têk birin.
Li ser armancên dewleta Tirk ji êrirşên li ser navçeya Eyn Îsayê Milîtan Çiya wiha axivî: “Dewleta Tirk hewl dide rêya M4 kontrol bike, ji ber ji dewleta Tirk re rêyeke girîng e ku rêya sereke ya bazirganiyê ye, gelek dewlet û bajaran bi hev ve girê dide û damara sereke ji gelên herêmê re ye. Dewleta Tirk hewl dide bi rêya kontrolkirina rêya M4 armancên xwe yên siyasî û leşkerî li herêmê pêk bîne.”
Milîtan Çiya diyar kir tu guhartin di nexşeya kontrolkirina meydanî de tune ne û tu pêşketên dewleta Tirk û çeteyên wê di eniyên şer de jî tune ne, wek ew îdia dikin ku gihaştine rêya M4 û gundên Seyda, Mişêrfê û Cehbel dagir kirine.
Ji fermandarên QSD’ê Milîtan Çiya diyar kir ku QSD’ê amade ye parastina xak û gelê xwe bike û bersiva tevahî êrişên li dijî herêmê bike û wiha dawî li gotina xwe anî: “Parastina vê xakê dikeve ser milê şêniyên herêmê yên ku di qada leşkerî, şer û taktîkên şer de pisporî wergirtine.”