ŞENGAL – Li navçeya Sinûnê ya Şengalê ciwanan helwesta artêşa Iraqê ya li bermaber êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir. Artêşa Iraqê ya ku xwe li çalakiya şermezarkirinê negirt, êrîşî ciwanan kir û ciwan gulebaran kirin.
Di 7’ê Kanûnê de balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî bombebaran kiribûn. Di encamê de Merwan Bedel şehîdbûbû û du keçên wî jî birîndarbûbûn.
Şevê din jî balafirên şer ên Tirk Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirara giyanî çênebûbû, lê avahiya meclîsê bi temamî wêranbû.