QAMIŞLO – Meşa 3 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Sûriyeyê ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan, piştgiriya berxwedana gerîlla û li dijî xiyanetê dest pê kir.
Îro saet di 10.00’an de li bajarê Qamişlo ji tevahiya Bakûr û Rojhılatê Suriyê bi sedan ciwan beşdarî meşa ku li pêşiya pakrewangeha Ş. Delîl Sarûxan dest pê kir bûn. Li gel pankartên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan, pankartên “Dem Dema Azadîye ye, Werîn Cenga Azadîyê”, “Ji Bo Tola Salan, Têk Bibin Dagirkeran”, alên PKK, HPG, YJA Star, Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di meşê de cih girt.
Di meşa ku rastî eleqeyeke mezin a gel hat de, Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Medya Yûsif li ser navê ciwan û jinên ciwan axaftinek kir.
Medya Yûsif destnîşan kir ku weke Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Werîn Cenga Azadiyê” de li dijî dagirkeriyê, piştgiriya berxwedana gerîla û li dijî xiyanetê dest bi meşa dirêj a 3 rojan kirin.
Medya Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de got:
“Îro gerîlayên azadiyê li çiyayan li ser navê mirovahiyê şer dikin, dagirker jî li dijî wê çekên kîmyewî bikar tînin. Bi van rêbazan hûnê nikaribin vîna me bişkînin. Emê îro li kêleka gerîlayên ku li ser navê mirovahiyê, jin, ciwan, jinên ciwan û hemû kesên azadiyê şer dikin, bibin. Em ji kesên dijminên mirovahiyê re dibêjin gerîla rûmeta me ye û tolhildan wê her tim gotina me be. Kî destê xwe bigihîne axa me, Rêberê me û vîna me jî bila bi her awayî li pêşberî wan bisekinin.
Ne çekên we yên kîmyewî, ne balafirên we, ne jî hemû teknîka we nikarin vîna me bişkînin. Weke Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan em ê her tim li ber xwe bidin û di nava çalakiyan de bin. Çalakiyên me ne tenê îro, heta ku em wek gel û gerîla tolê hilînin û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bikin wê her roj bidomin.”