STENBOL – Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didome. Tecrîda li ser Îmraliyê, ji girtîgehan heta pirsgirêkên aborî yên gel, ne tenê Kurdistan û gelê Kurd, Tirkiye û gelên din jî dixe nava kaosek mezin.
Li Kurdistan, Ewropa û gelek deverên cîhanê li dijî vê tecrîdê çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan zêde dibin.
Ciwanên welatparêz çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê didomînin. Li navçeya Kagîthane ya Stenbolê ji bo balê bikşînin ser tecrîdê ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve xebata nivîs û çapê hat kirin. Di nivîsan de “Rêberê me vîna me ye” û “Dawî li tecrîdê re” hatin pêşandan. Ciwanan diyar kirin ku ew ê ji niha û pê ve çalakiyên xwe bidomînin.