NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera fermî ya QSD`ê ragihand ku çalakî piştî lêkolîn, komkirina agahiyan û şopandinê hate kirin.
QSD’ê wiha da zanîn:
“Endamên şaneya terorîst gule li hêzên ku çalakî pêk anîn, barandin. Ji ber ku banga hêzên me pêk neanîn, hêzên me bersiva gulebaranê da. Di encama wê de 5 endamên şaneyê hatin kuştin ku piraniya wan jî kemberên teqemeniyê li wan bûn.”
Her wiha hate destnîşankirin ku çalakî li dijî êrişên şaneyên terorîst ên li hember hêz û saziyên sivîl û xizmetguzariyê li bajarokê El-Bisêrayê, hate kirin û çalakî bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêk hat.