TIRBESPIYÊ – Meşa Ciwanên Şoreşger roja yekem li du xwe hîşt.
Meşa 3 rojan a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Sûriyeyê ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, piştgiriya berxwedana gerîlla û li dijî xiyanetê dest pê kir.
Îro saet di 10.00’an de li bajarê Qamişlo ji tevahiya Bakûr û Rojhılatê Suriyê bi sedan ciwan beşdarî meşa ku li pêşiya pakrewangeha Ş. Delîl Sarûxan dest pê kir bûn. Li gel pankartên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan, pankartên “Dem Dema Azadîye ye, Werîn Cenga Azadîyê”, “Ji Bo Tola Salan, Têk Bibin Dagirkeran”, alên PKK, HPG, YJA Star, Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di meşê de cih girt.
Meş dirêj a endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan gihaşt navçeya Tirbespiyê ya bi diruşma “Werin cenga azadiyê” ya ber bi dergehê Sêmalkayê ve, gihaşt navçeya Tirbespiyê.
Bi sedan şênî li deriyê ketina navçeyê bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla pêşwaziya ciwanan kirin. Meşa ciwanan di nav kolanên sereke yên navçeyê gerya û li ber avahiya Şaredariya Gel a li başûrê rojavayê navçeyê rawestiya. Li vir bi xelekên ji agir navê “APO” hatin çêkirin.
Danê êvarê meş gihîşte Tirbê Sipiyê. Korteja ciwanan ji aliyê girseyeke mezin ve hate pêşwazî kirin. Tirbê Sipiyê de meş zivirî mitîngê. Ciwanan şahiyek pêk anî. Di şahiyê de tim û tim siloganên Bijî Serok Apo hatin avêtin.