NAVEND NÛÇEYAN
Luqman GULDIVÊ nivîsand —
Kafka çima kafkaesk e? Sernivîsa nivîsa Bilge Aksu ya di rojnameya me de vê dawiya hefteyê hatî weşandin, vê pirsê dike.
Kafka çima kafkaesk e? Sernivîsa nivîsa Bilge Aksu ya di rojnameya me de vê dawiya hefteyê hatî weşandin, vê pirsê dike. Pirs bi serê xwe nakok e, yanî ma Kafka dikare ji ber çi kafkaesk be!
Helbet ji ber ku bi xwe û bi terzê xwe tiştekî nû kir. Û ev tişta nû herî zêde jî rexneyeke li civaka di navê de ye. Ez ê hewl bidim vê rave bikim.
Malbata wî, xasma jî têkiliyên bi bavê wî re di rexneya wî ya civakî de weke stûneke navmalê diyar in. Ev rexne esas di halê weke mutleq diyar ê protagonîstên wî de xwe dide der: Protoganîstên wî – çi Gregor Samsa yê di Veguherînê [Sernavê çapa Kurdî ye] de û çi jî Joseph K. yê di Daweyê de – di rewş û tecrûbeyên belawela yên tirs, neewlebûn û silbûnê – hem ji xwe û hem ji civakê – de ne. Di heman demê de ew mane li ber rehma hêzên anonîm û burokratîk, li ber rehma kelevajîbûnê, nebûna rêya felatê û nebûna maneyê. Bi van hemûyan re jî protagonîstên wî di nava hisên gunehkarî û nebûna hêviyê de jî bist bûne.
Esas ev rewş bi xwe kafkaesk e. Protagonîstên di berhemên Franz Kafka de helbet dîsa jî kirde ne: Ew di rewşên wisa de ku nenas in yan jî nayên fêmkirin, di rewşên ji bo wan bi tehlûke de bi rengekî ku ji komîkbûneke bi keser heta bi trajîkbûnê diçe, didin û distînin, xwe tevdidin.
Di vir de em bi hêsanî dibînin ku rexneya Kafka esas li peywendiyên desthilata siyasî ye. Çi têkiliya wî ya bi bavê wî yê bi rastî re û çi têkiliyên desthilatê yên di romanên wî de jî îşaret bi vê peywendiyê dikin. Kafka di romanên xwe de tiştekî kelevajî û di heman demê de tiştekî mirovan dibizdîne, bi van peywendiyên desthilatê terîf dike.
Ji ber wê jî gava em rewşên welê dibînin ku tê de xwediyên navenda desthilata siyasî di tariyê de ne, nenas dimînin, hingê em behsa rewşeke yan jî hesteke kafkaesk dikin. Yanî rexneya wî ya esasî, terîfkirina rewşê bi xwe ye.
Di romanên wî de serê pîramîda desthilatê/hêzê timî nediyar e, xuya nake, mirov çi bike jî ew nenas dimîne. Sedema vê ne ew e ku ew hêza siyasî yan jî civakî nikare ji hev derxe. Ew zexta bavê xwe li ser xwe bi her awayî bi rastî hîs dike, ev zext di berhemên wî de jî daimî xuya ye. Ew dewletê, rêveberiya wê, nexasim jî çerxa wê ya dadweriyê xweşik nas dike. Çawa dibêjin, ew kurê wê dadweriyê ye.
Lê ew wê hêza ku dike bavê wî wisa tevbigere, wê heza dike ku dewlet û desthilata siyasî wiha tevbigerin, yanî çawa ku ew tevdigerin, ew hêza ku qedera ferdan ji bo wê tenê talî ye, ji hev dernaxe xweşik, yan jî wê hisê bi me re çêdike. Protagonîstên wî jî di nava vê hesta wî ya koriyê de esas ji bo rexnekirina vê zelûliya wê hêza ku li pişt diyarkirina “peywendiyên desthilata/hêza siyasî” ye, hatine sêwirandin. Qet nebe bi min wiha xuya ne.
Jixwe bi ya min, sedema ku ew protagonîst nizanin ka bi rastî navendeke wê desthilatê heye yan na, yanî ka serê pîramîdê bi rastî heye yan na jî ev tecrûbeyên Franz Kafka bi xwe ne. Lê di navbera wî seriyê zelûl û jêr de çi heye, sermeselê, di Daweya xwe de Franz Kafka xweşik ta bi derziyê ve dike û rave dike.
Em vegerin li nivîsa Bilge Aksuyê. Bi ya wê “qehreman” di romanên Kafka de nînin û tişta romanê wî dike kafkaesk ev e. Ew terîfeke qehreman jî dike. Min li vir bi zanîn peyva protagonîst bi kar anî. Ev peyv îşaret bi fîgurê/n esasî yê/n di berhemeke hunerî de dike. Axir, bi ya min, hewldana jihevderxistina rewşeke protagonîst nebûye sedema wê, têra xwe kirineke bi zanîn e. Gavên wê/wî yan jî hizrên wê/wî jî dikarin bi qasî yên “qehreman”ekî Bilge Aksu, di encam yan jî peyama berhemekê de diyarker bin. Ji ber wê jî bi nihêrîna min, ji ber ku Kafka vê rexneya civakî/siyasî dike, kafkaesk e; ne ji ber kêzikê û parêzer.