TIRBÊSPIYÊ – Duh endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” dest bi Meşa Dirêj kir. Tê payîn meş 3 rojan dewam bike. Roja duyemîn a meşa dirêj a 3 rojan danê sibehê dest pê kir.
Li bajarê Qamişlo ji tevahiya Bakûr û Rojhılatê Suriyê bi sedan ciwan beşdarî meşa ku li pêşiya pakrewangeha Ş. Delîl Sarûxan dest pê kir bûn. Li gel pankartên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan, pankartên “Dem Dema Azadîye ye, Werîn Cenga Azadîyê”, “Ji Bo Tola Salan, Têk Bibin Dagirkeran”, alên PKK, HPG, YJA Star, Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di meşê de cih girt.
Armanca ciwanan ji vê meşê, şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û siyasetên PDK’ê yên dijberî doza Kurd, her wiha ji piştevaniya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker e.
Meş duh êvarê gihaşt navçeya Tirbespiyê û îro jî dê ji Tirbespiyê ber bi Girkê Legê ve dewam bike. Meş dê li Sêmalkayê bi dawî bibe.