QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Sûriyeyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Reberê Gelan Abdullah Ocalan, silavkirina berxwedana gerîla û li dijî xiyanetê meşa 3 rojan li dar xistin.
Ciwanên beşdarî meşa dirêj a ku wê ji Qamişlo destpê bike û li Sêmalka bi dawî bibe, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gotin, “Em ê heta dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bidin.”
Jinên ciwan diyar kirin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe li ber xwe bidin û hest û ramanên xwe wiha anîn ziman:
“Meşa ku me ji Qamişlo dest pê kir wê heta Sêmêlka bidome. Em vê meşê weke bersiva dijmin li dar dixin. Rêberê me zindan e û weke gelê Kurd em li dijî vê siyasetê dimeşin. Ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê xwe û azadiya fîzîkî heta dilopa xwîna xwe ya dawî em amade ne ku her tiştî bikin.”
“Sedema me dest bi meşê kir azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye”
“Sedema ku me dest bi vê meşê kir, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em her tim dibêjin, heta ku Rêberê me azad nebe em azad nabin. Rêbertî bi taybetî serî li jin û ciwanan dide. Dibêje yên ku wê pêşengiya vê civakê bikin ciwan û jin in. Dijmin her tim êrîşên xwe li ser ciwan û jinan dike. Em weke ciwan diyar dikin ku em ê heta dawiyê bi fikir û felsefeya Rêbertî li ber xwe bidin.”
Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihammed Mehmûd jî wiha got;
“Armanca meşa me silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî xiyanetê û şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Armanca me ya din jî ew e ku em piştgiriyê bidin çalakiya ku dayikên me li Sêmalka ji bo cenazeyên gerîlayên PDK’ê bigirin dest pê kirin. Ji gelek qadan bi sedan ciwan tevlî meşê bûn. Bang li hemû ciwanan li vir dikin. Bi taybetî ciwanên Bashûre Kurdistanê divê li dijî xiyaneta PDK’ê bertekên xwe nîşan bidin.”