AMED – Gerîlayê HPG’ê Veysel Akkûş ê di encama êrîşa hewayî ya di 22’ê Cotmehê de li Sêrtê şehîd bû, li Licê hate definkirin. Piştî malbata gerîlayê HPG’ê Akkuş mînaka testa DNA da û piştî 52 rojan cenaze hate radestkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Veysel Akkûş li taxa Xraba ya girêdayî mezraya Spênî hate definkirin.