GIRKÊ LEGÊ – Di meşê de bi sedan ciwanên şoreşger ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Meş ji Qamişloyê de ber bi deriyê Sêmalkayê ve ya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de dest pê kiribû ku cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de li Werxelê de şehîd bûne, wergirin.
Vê êvarê şêniyên Girkê Legê li têketina rojavayê navçeyê pêşwaziya meşa dirêj a ciwanan kir û diruşmên silavkirina hêzên gerîla û ciwanên şoreşger berz kirin. Her wiha beşdaran berê xwe da Qada Şehîd Xebat û ber bi bajarokê Rimêlanê ve çûn û li wir şahiyek li dar xistin.
Tê payîn sibe ciwanan bigihînin deriyê Sêmalkayê.