PARÎS – “Meşa Dirêj a Parîsê” ya ku duh endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi dirûşmeya “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê” dabûn destpêkirin, 2 roj li pey xwe hişt, îro di roja xwe ya sêyemîn de ye.
Meşa ku doh sibehê ji îstasyona Trenê ya National destpêkir, li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Cîgerxwîn a dikeve Vîlleneûve Saînt Georgesê doh êvarê bi dawî bû. Li gorî duh tevlêbûn hê zêdetir bû. Ji ber astengkirina polîsan 5 kîlometreyên dawî bi trenê pêkhat.
Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa dijîn di saetên sibehê de li Gara Trenê ya National bi sirûd û dîlanan daketin qadê bi dirêjahiya meşa 20 km’yî de dirûşme berzkirin û belavok belav kirin.
Ciwanan pankarta li ser hatibû nivîsandin “Em hemû şervanên azadiyê ne, werin cenga azadiyê” vekirin û posterên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di kolanên Nationalê de bi domdarî bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî dirûşmeyên “Ciwan fedayiyê Rêber Apo ye” û “Bijî berxwedana gerîla” berzkirin.
Piştî meşê ciwanan li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Cîgerxwîn hatin ba hev. Li wir şahiyek ku wê tevahiyê şevê bidome hat destpêkirin.
Gava sibe ya dawî ya meşa dirêj wê Grîgny be.