GIRKÊ LEGÊ – Meşa dirêj a ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye destpêkirin bi coş û moral ve didome. Meşa ku ciwanên Rojava bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst dest pê kir, îro di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.
Meşa Ciwanan doh şev li Girkê Legê di roja xwe ya duyemîn de sahiyek hatibû li darxistin. Îro serê sibê meşê Girkê Legê de destpê kir. Meş dê danê êvarê xwe bigihîne Sêmalka.
Meşa ku bi coş û moral didome de tim û tim siloganên “Bimre îxanet” “Bijî Serok Apo” tên avêtin.