DÊRÎK – Ciwanên Şoreşger piştî meşa sê rojan yê ku bi tevlîbûneke bi coş xwe didomand, îro li ser sînorên Sêmalkayê rastî êrîşên PDK’ê hatin. Di encama êrîşê de 15 ciwan birîndar bûn. lê belê helwesta ciwanan ya li hember îxanetê xwe da pêş.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hisên Encamên êrîşên PDK’ê wiha anî ser ziman:
“Navê min Hisên e. Meşa me ji Qamişlo heya sînorê Sêmalka. Hatine me ya ser sînor jî ji bo şehîdên me ne. lê belê PDK’ê li hember me çek bi karanîn, kevir avêtin me, tiştên kîmyawî li hember me bikaranîn, yê ku çavan dişewitînin. Bi hemû tiştên ku li gel PDK’ê hene pê êrîşî me kirin. ji ber êrîşên PDK’ê 15 hevalên me birîndarbûn ez jî yek ji wanim.”
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Cemîl got: PDK’ê ji bo ku xwe ji hêzên derve re weke hêzeke mezin nîşan bide êrîşî Gerîla dike
“Navê min Ehmed cemîl e. Ez cihê xwe di rêveberiya tevgera ciwanên şoreşger de digirim (TCŞ). Em derketin meşeke dirêj ya sê rojan. Li dijî xiyaneta ku Berezanî dike ye. Di nava sê rojan de ji Qamişlo heya Sêmalkayê bi aramî hatin, lê bi hatina me ya ser sînorên Sêmalka re hêzên PDK’ê, hêzên desthildar êrîşî meşa me kirin. Li hember me çek jî bikaranî û nêzî 15 hevalên me birîndar bûn. Tapî ev ji bo PDK’ê tiştek nû nîne, bi têkiliyên wê yên bi hêzên derve re weke dewleta Tirk re hertim wisa kiriye.
Li Sêmalka heya niha kona nobetê vekiriye. Nobata ku ji aliyê malbata şehîdan ve li dijî xiyaneta Berezanî tê kirine. Ji ber ku hevalên ku wan şehîd xistine heya niha cenazeya van hevalan li gel wane.
Gerîla ji serkeftina tevahî netewan û azadiyê têdikoşe. Lê ji ber ku ew li dijî azadiyê ne qebûl nakin ku kesek jî wisa bike. Ji bo ku xwe ji hêzên derve re bide diyar kirin ku ew jî hêzeke.
Meşa me sê rojan domand armaca sereke ya meşê ewe ku tecrîda ser serokatî were şikandin, û ji bo piştgirya berxwedana gerîlayan yên ku li Zap, Metîna, Avaşîn û Şengal’ê ve li dijî Artêş dewleta Tirk ya dagiker li berxwedidin.”