WAN – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Bi zêdebûna tecrîda li ser Rêberê Gelan re gelê Kurd û gelên din di nava kaosê de ne. Dîsa rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li girtîgehan îşkence û komkujiyan dike û teslîmî gelê Kurd dike.
Li aliyê din li Kurdistan û gelek deverên cîhanê çalakiyên li dijî tecrîdê, îxaneta PDK’ê û komkujiyên li girtîgehan zêde dibin.
Ciwanên welatparêz li gelek deverên Wanê karê nivîsandin û çapkirinê kir. Ciwanan Diyar kir ku mirina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F ya Jimare 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê bi guman jiyana xwe ji dest da, kuştinek e. Ciwanên welatparêz jî li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û li dijî tecrîdê jî nivîsî û got, “Ez Garîbe Gezer im, ez hatim kuştin” û “PDK xayîn e.”