EDENE – Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku li Girtîgeha Ewlehiya Jidiayî ya Nimro 1 a Amedê tedawiya kansêrê didît û li gel ku rapora nexweşanê gotî, ‘nikare li girtîgehê bimîne’ rapora Saziya Tiba Edlî (STB) rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dayî duh jiyana xwe ji dest ada. Cenazeyê Guneş ji Amedê birin Edene û rakirin Morga Goristana Buruk.
Li merasîma cenaze malbata Guneş, wekîla HDP’ê Tulay Hatîmogullari, Muazzez Organ Işık û Kemal Pekoz, rêveberên TJA, HDP, DBP, AKYAY-DER, AATUHAY-DER’ê û gelek kes hazir bûn. Li merasîma cenaze rewşa girtiyên nexweş hate destnîşankirin. Cenazeyê Guneş li Goristana Buruk hate veşartin.
Hatîmogullar li merasîma cenaze axivî û xwest ku gitiyên nexweş werin berdan.
Sersaxiya Guneş li Taxa Meydanê ya navçeya Seyhanê li mala malbatê tê qebûlkirin.