SÊRT – Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî ku li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa T girtî bû bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şûyûr ji Saziya Tipa Edliyê ya Îzmîrê hate girtin û birin Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a taxa Gorece ya navçeya Menderesê. Piştî karên cenez ê li vir biqede wê ji vir rakin morga Balafirgeha Adnan Menderes.
Cenazeyê ku li vir dihat rawestandin bi balefirgeha kargoyê şandin Balefirgeha Êlihê. Li balifirgehê cenaze ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin û girseyê bi konvoyekê cenaze ber mi Sêrtê ve şand.
DORPÊÇA POLÎSAN HATE ŞIKANDIN
Cenaze li goristana Şêx Mûsa ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Polîsên Tirk goristan xiste dibin dorpêçê û hate gotin, wê tenê 5 kes cenaze definbike û em destûrê nadin tu kes derbasî goristanê bibe. Polîsên Tirk nekarî xwe li ber girseya gel bigre û dorpêça polîsan şikandin.
‘MIRINEK BI GUMAN E‘
Di meresima cenaze de xizmê Abdulrezak Şûyûr, Selîm Ozalp axivî û danî ziman ku mirina Abdulrezak bi guman e û got: “Di raporê de mirina bi guman hate nivîsin. Ji bo ev guman ji holê rabe, destpêkê rêveberên girtîgehê berpirsyarin. Divê demildest sedema mirinê were ronî kirin. Em ê tu carê dest ji ronîkirinê bernedin.“
‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WAN DERKEVIN‘
Di berdewama axaftina xwe de Ozalp da zanîn ku girtî dibin gefan de jiyana xwe derbas dikin û wiha pê de çû: “Girtiyên di nava çar diwarî de rastî hemû zext, îşkence, binpêkirinên mafê mirovan û mirinê tên. Hemû ji bi birînê re rû bi rû hatine hiştin. Ji bo nebe direng ji bo tevahiya girtiyan divê mudaxele bê kirin. Ez ji hemû kesên hatine vir û tevlî meresim cenaze bûne re spas dikim. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna Abdulrezak derkevin.“
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE HIN XURTIR BIKIN‘
Piştre parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş axivî û banga xurtkirina tekoşînê li dijî tecrîdê kir. Taş anî ziman ku ji mirina girtiyên nexweş desthilatdarî berpirsyare û got: “Tecrîda girankirî ya li girtîgehan bi xwe re mirînê tîne. Ji bo tecrîd ji holê rabe û darbest ji girtîgehan dernekeve divê em têkoşîna xwe xurt bikin.“
Serdanên sersaxiyê wê li mala şînê ya taxa Çalê bên qebûlkirin.