STENBOL – Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wasîsê Wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê dan. Hate xwestin ku malbat duşemê hevdîtinê bikin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û wir ve ku bi komployeke navnetewî hêsîr hate girtin, li Girtîgeha Imraliyê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F’yê tecrîda giran li ser hatiye danîn.