NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar Haydar Işik ev 6 sal in tedawiya kansêrê dibû. Di 84 saliya xwe de li mala xwe ya Munîhê 17’ê Kanûnê çû ber dilovaniya xwe.
Işık 1’ê Îlona 1937’an li Dersim Nazimiyê li maleke yek odeyî jidayik bûbû.
Haydar Işık dema 70 salî bû, polîsên Elman bi ser mala wî de girtibûn û destê wî kelepçekirî derxistibûn dadgehê. Işık ê ku jê re ‘terorîst’ hatî gotin, ji Serokê Dadgehê re gotibû, ”Dewleta we ya ku destekê didin Tirkiyê Kurdên berxwedêr terorîze dike. Qedexeya li ser PKK’ê didomîne. Bi vî rengî dibêje Tirkiyê,’hûn çi bixwazin dikarin bikin.” Zext û qedexeyên li Tirkiyê yên li ser Kurdan îro li vir tê domandin. Heke ez ciwan bûma ez ê ne li pêşberî we, li çiyayên Kurdistanê bûma.”
Işık li gel nexweşiya giran jî xweşbîn bû. Nûçegihan Ferda Çetîn di 30’ê Kanûna 2020’an de di gotara xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev gotinên Işık dabû: ”Ne hewceye em reşbîn bin. Li cîhanê gelek tîran hatin û çûn. Qira Kuran anîn, koçber kirin. Lê Kurdan dîsa xwe afirandin. Gelê me wê vê tarîtiyê ji ser xwe bavêje. Ez dixwazim diyar bikim rihê min li cem gelê min e, di êş, kêfxweşî, serkeftin, têkoşîna wan a Roajv de, li Efrînê, Kobanê, Qadên Parastinê yên Medyayê ye.”
Federasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya FCK BW-Bayern ji bo Işık peyama sersaxiyê da. Di peyamê de hate gotin, ”Li Kurdistanê bi avakirina civakeke wekhev, bi aştî, demokratîk, em ê welatê azad ku Mamoste Haydar xeyala wê dikir pêk bînin û bikin ku rihê wî û gelek rewşenbîr û mirovên me yên fedarr şad bibe.”